Çêvedaniya Haco – Haco Foundation Insamlingsstiftelse

” Ji bo zimanekî kurdî yî bilind “
About Us

Haco axa

 „Çêvedaniya Haco“ bi navê Hacoyê Haco, yê ku sala 1926an ji bo azadî, wekhevî, dadmendiya civakî û bidestxistina mafê çarenûsî li bakurê Kurdistanê rêberiya serhildanekê kir, hatiye damezrandin.
 
Piştî hatina wî bo rojavayê Kurdistanê, Haco dirêjî da têkoşîna xwe û li Kurdistanê bû yek ji kesayetiyên herî navdar î serdema xwe. 
 
Weke nimûne ew yek ji damezrênerên sereke yên rêxistina kurdî yî siyasî yî pêşî Xoybûn bû, ya ku sala 1927an li Bhemdûn, li Libanên hate damezrandin.
 
Têkoşîna wî ne di ber mafên siyasî û civakî yên gelê kurd tenê de bû, bihtir ji wê wî di ber mafên dêmokratî yên kêmaniyên olî û neteweyî de li Kurdistanê
weke ola êzdayetî, cihûyatî, û kêmnetewyên aramî û ermenî de jî têkoşîn dikir.
 
Sala 1930î Haco bi vê armancê dest bi serkêşiya tevgera autonomiyê li başur-rojavayê Kurdistanê kir.
 
Armancên ku Haco di jiyana xwe de di ber wan de têkoşîn dikir, weke
 
Azadî, wekhevî û dadimendiya civakî
arîkarî ji bo geşepêdana ziman û wêjeyê
piştgîriya belengaz û koçberan
 
îro armancên me ne jî.
 
Em têdikoşin, da destkeftiyên dêmokratî yên mirovatiyê, wekheviya mafên jin û mêran, ramana azad, dadmendiya civakî, jihevtêgihiştin û wekheviya ol û gelan li Kurdistanê û li seranserê cihanê pêkwere.
 
Ji bo geşepêdana binavaniyê (Infrastructure) li hemû aliyên Kurdistanê (Tirkiya, Îran, Îraq, Sûriya) em destê piştgîrî û arîkariyê dirêjdikin.
 
Li dewletên Yekîtiya Ewropayê em ji bo guncaviya hevwelatiyên kurd di civakên ewropî de dixebitin.
 
Çêvedaniya Haco ji aliyê partiyên siyasî ve rêxistineke bêalî ye. Armancên wê di rêbaza wê de hatine bicihkirin.