Hacoyê III
Kurte jînenîgariya Hacoyê lll
Haco III di sala 1878an de ji dayik bûye. Rojbûna wî ne diyar e.
Malbata Haco, ya ku li bakurê Kurdistanê bi mîrên Botan, bi Bedirxaniyan re di yek eniyê de bû, di serhildanên li dijî dagîrkerên Kurdistanê de beşdar bû.
Bavê Haco, Haco II di tevgera li dijî dagîrkeran de ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin û serjêkirin.
Piştî serhildana 1925an bi serekatiya cangorî Şêx Seîd li bakurê Kurdistanê dewleta tirk bi rêxistinî ji Colemergê li rojhilat ta Sêwasê li rojava her niştîmanperwerekî kurd î ku bi dest ket, kuşt.
Di vê rewşê de Haco dakete rojavayê Kurdistanê.
Ji rewşenbîrên kurd, mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, yên pêşî bûn, yên ku Haco hevaltiyeke bi bawerî li ser rêya rizgarkirina Kurdistanê bi wan re danî.
Ji piraniya jêder û lêkolînên li ser avakirina Xoybûnê diyar dibe, ku Haco yek ji damezrênerên sereke, yên vê rêxistina kurdistanî bû.
Dema Xoybûnê biryar da, ku serhildan ji çiyayê Agrî destpê bike, Haco bi name û rêkirina şandeyan, welatparêzên xwedî bandor li bakur, başûr, rojhilat û rojava hayedar kirin û piştgîriya wan ji bo serhildanê xwest.
Li ser bingeha pêkvejiyaneke bi aştî, wekhevî û pêşketina civakî daxwaznameyeke wajokirî ji zedetir ji 100 kesayetiyên kurd û ne-kurd î navdar di rêya wezareta derve ya Ferensa re ji Société des Nation, League of Nations re hat şiyandin û bersiva vê dezgeha navdewletî ji Haco re hat.