styrelse

Komîteyên me

Erkên Komîteya Karên Çandî -KKÇX

– Lidarxistina êvarên / rojên wêjeyî
– Lidarxistina semînar û konferansan di biwara wêjeya kurdîde
– Lidarxistina semînar û konferansan di biwara çanda kurdî de
– Arîkariya darayî ji rêxistinên kurdî yên çandî û wêjeyî re
– Arîkariya dengbêjên Kurdistanê
– Dana xelatan bi navê Çêvedaniya Haco – HacoFoundation bo wêjevan û hûnermendan.

Erkên Komîteya Karên Navxweyî -KKN

– Xurtkirina giyanê rêzgirtin û hevpejirandinê di nav endamênmala me, Mala Haco de, afirandina hesta EM, bi mebestayekkirina helwestên me. Ev jî bi vê yekê dibe: 
– Lidarxistina civînên salane û semînaran ji endamên mala me, Mala Haco re bi mebesta afirandina kesayetiyeke (identity) hevbeş di nav endamên mala me, Mala Haco de:  Kesayetiya EM 
– Alîkarî di biwara çareserkirina pirsgirêkên malbatê û piştgîrî di biwara  birêxistina kar û barên Şîn û şahiyên malbatê de
– Alîkarî di biwara çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de
– Dana xelata bo endamên mala me, Mala Haco, yên ku 
a. Xwendinên bilind bi dawî tênin
b. Yên di civaka kurdî û ne-kurdî de di beşên jiyanê yî têvel de rûmetê distênin

Erkên komîteya Karên Derve – KKD

– Beşdarbûn li seminar û konferansên ku ji aliyên kurdî û ne-kurdî ve têne lidarxistin, yên ku li ser mijarên Kurd û Kurdistanê ne
– Peywendî bi rêxistinên dewletî û ne-dewletî re 
– Hewldana wergirtina alîkariyên darayî ji kes û rêxistinên bi me re hevarmanc in.

Erkên Komîteya Karên Civakî -KKC

– Alîkariya darayî ji malbatên cangoriyên tevgera rizgariyaneteweyî re
– Alîkariya darayî ji malbatên girtiyên tevgera rizgariyaneteweyî re
– Arîkariya darayî ji jinên kurd î bitenhamayî re
– Arîkariya darayî ji zarokên kurd î sêwî re
– Beşdarbûn bi xwe yan bi telefon, yan bi name di şin û şahiyên civaka Kurdistanê de