Vexwendname

Haco III



Inisyetîva Avakrina

Çêvedaniya H A C O

Vexwendname
bo
Kongireyê Avakirina Çêvedaniya  H A C O

Mêjû: 27 .06.2020

Jimar: 1

Ji bo herkesî ji mala me,  Mala Haco

Gelî birêzan,

bapîrê me, Hacoyê Haco, yê ku sala 1926an ji bo bidawîanîna dagîrkirina Kurdistanê, wergirtina mafê çarenûsiyê û dadmendiya civakî rêberiya serhildanekê li bakurê Kurdistanê kir, hate başur-rojavayê Kurdistanê. Li vir jî wî di ber vê armancê de dirêjî da têkoşîna xwe û li Kurdistanê bû yek ji kesayetiyên herî navdar î serdema xwe.

Em, weke zaro û neviyên vî mirovê mezin, dixwzin bidin ser şopa wî û di rêxistineke serbixwe  û nûjen de rêz û spasdariya xwe pêşkêşî vî mirovê bi rûmet bikin.

Weke Hûn agadar in, Inisyetîva Avakirina Çêvedaniya Haco di rêzecivînên xwe de giha wê biryarê, ku îsal, 2020,

Kongireyê Avakirina Çêvedaniya Haco

di rojên

18.09. – 20.09.2020

de

li vê navnîşanê:

Engeltofta AB, Bönavägen 118, 805 95 Gävle,
www.engeltofta.se

were lidarxistin.

  1. Tu hij navê Haco û navê mala me, Mala Haco dikî?
  2. Tu dixwazî, ku em, mirovên Mala Haco ji hev nêzîktir bibin?
  3. Tu dixwazî, ku em giyanê dêmokratiyê, hevpejirandinê û rêzgirtinê  di nav xwe de xurt bikin?
  4. Tu dixwazî, ku em, Mala Haco weke rêxistinekê, xwe bidine pêş û bi awayekî nûjen bixebitin?
  5. Ku em ji dijber û dostên mala me, Mala Haco re bidin xuya kirin, em hêzeke yekgirtî ne?
  6. Tu dixwazî, ku em, Mala Haco çêvedaniyekê (weqfekê) bi nave Çêvedaniya Haco ava bikin?
  7. Tu dixwazî, ku em bi navê Çêvedaniya Haco li ser Asta Kurdistanê û cihanê bixebitin?

Ji bo bersivdana van pirsan û hineke din, em Te vedixwênin:

Kongireyê Avakirina Çêvedaniya Haco

û ji niha ve dibêjin, Tu bi xweşî û ser çavan hatî! 
Biserketina me di yekîtiya me de ye!

Derdanên beşdarbûna kongire ji bo 2 rojan ev in:

  • Xwarin û vexwarin bo 3 rojan û 7 danên xwarinê serê kesekî,
    (pereyên salona kongire jî di nav de ne)
    : 1200 kr
  • Kesêen bixwazin li hotêlê razin, bo yek şevê:
    1 kes di beşekî de 1090 kr, 2 kes di beşekî de, heryek 595 kr, 3 kes di beşekî de, heryek 464 kr, 4 kes di beşekî de, heryek 398 kr, 5 kes di beşekî de, heryek 358 kr, 6 kes di beşekî de, heryek 332 kr

Em bi dilxweşî bixêrhatina Te dikin:

[perfect_survey id=”339″]

Derdanên (mesrefên) hotêlê dikarin li ser van kontoyên li jêr werin darijandin:

Ji bo kesên li Swêd dijîn:
Ismail Hajo, Vallbacken 13, 81138 Sandviken
Swedbank, Konto: 8103-4704 101 933-7
Peyva naskirinê: Kongire – Mala Haco

Ji bo kesên li derveyî Swêd dijîn:
Ismail Hajo, Vallbacken 13, 81138 Sandviken
Swedbank, IBAN: SE34 8000 0810 3470 4101 9337, BIC: SWEDSESS
Peyva naskirine: Kongire – Mala Haco

Ji ber mercên hotêlê divê bersiva Te heta bi 11.08.2020 giha be me.

Emê bi dîtina hev dilxweş û şanaz bibin!

Bi gelek rêz û silavên me re

Inisyetîva Çêvedaniya Haco

27.06.2020